Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Ajansa Enerjîya Atomî Bê Encam ji Îranê Vegerîya


Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya çavdêrîya navokî ji Îranê vegerîya, bêyî rêkeftineke nû ku li ser bingeha wan îdîayan vekolîn bike ku Îran çekên navokî pêşve dibe.

Herman Nackaerts serkêşîya tîma Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî kir ku do Çarşemê gera herî dawî ya danûstandinên navokî li Tehranê pêk anî.

Lê, birêz Nackaerts îro Pêncşemê got ku her du alî nikarîbûn peymanekê dawî bînin. Wî red kir bibêje ku pêşketinek di vî warî de hatîye kirin.

Vekolerê NY dibêje, ajansa navnetewî bi danûstandinan pêgir dimîne û pêdivî pirtir dem heye da ku gavên bê bide ber çavan.

Heta niha, ti dem jibo gotûbêjên pêşerojê nehatîye destnîşan kirin.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê roja Çarşemê ragihand ku her du alî li ser çend xalan lihev kirin, lê ti zanînên bêtir neda.

Wekî tê zanîn, Îran her gav îdîa dike ku programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG