Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Danûstandin bi Şanda Amerîka re Bidawîbû Û bi Yekîtiya Ewrupa re Dom Dike


Wezîrê Derve Yê Talîbanê Amir Khan Muttaqi
Wezîrê Derve Yê Talîbanê Amir Khan Muttaqi

Ajansa Reuters roja Yekşemê ji Qahîre ragihand ku nûnerên Talîbanê li Doha danûstandinên bi tîma Amerîka re bidawî kirin û dest bi danûstandinên li gel şanda nûner ya Yekîtiya Ewrupa kir.

Ev yek ji aliyê kenalê Al-Jazeera TV di raportekê de hatiye ragihandin.

Ji hejî gotinê ye ku doh Şemiyê di yekemîn dîdara rasterast de ya bi şanda Amerîka re li Qeterê piştî derketina hêzên Amerîka ji wî welatî, civîn ligel tîma Amerîka li Doha saz kirin, ev yek, ji aliyê wezîrê derve yê Talîbanê Amir Khan Muttaqi roja Şemiyê di daxuyaniyekê de hatbû piştrast kirin

Muttaqî bo ajansa nûçeyan ya "Bakhtar" daa diyar kirin ku di civînên dualî de li Doha ligel şanda Amerîkî rûniştîn û got "Me bi zelalî gote wan, têkdana tenahiya hikûmeta Afganistanê di berjewendiya tu aliyan da nîne.

XS
SM
MD
LG