Lînkên eksesibilîtî

Reuters: Artêşa Îraqê Piranîya Tel Afarê ji DAIŞ'ê Sitand


Li hindurê Tel Afarê

Reuters'ê ji zarê Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên wan, temamê Tel Afarê ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kiriye.

Artêşê dîyar kir ku piştî cenga 8 roj, 29 herêmên Tel Afarê ji DAIŞ'ê hatine sitandin.

Berdevkê Artêşa Îraqê Yahya Rasool da zanîn ku tenê li el-Ayadîya, ku li bakurê rojhilatê Tel Afarê herêmeke biçûk e, pevçûn didomin.

Rasool dîyar kir ku ewê piştî rizgarkirina el-Ayadîya, serkeftina xwe ya li Tel Afar ragihînin.

Artêşa Îraqê, di meha Tîrmehê de Mûsil ji DAIŞ'ê sitandibû û dûre dest bi operasyona Tel Afarê kiribû.

Operasyona Tel Afarê, ku li cîhekî stratejîk yê di navbera Mûsil û Sûrîyê de ye, di 20'ê Tebaxê de destpê kiribû.

Li gor raporên Artêşa Îraqê yên berî operasyonê, li Tel Afarê bi qasî 2000 çekdarên DAIŞ'ê hebûn.

Artêşa Îraqê bi 50,000 leşker êrîş bir ser Tel Afarê. Sîvîlên ku berî operasyonê ji wî bajarî revîyabûn dîyar dikir ku ti hêza DAIŞ'ê nemaye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG