Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hikûmeta Afganî Dê Girtîyên Talîbanê Berde


Ajansa Reutersê ragihand ku Serokê Afghanî Eşhref Ganî di rojên were de hazirîya berdana 1,500 girtîyên Talîbanê dike, di vê demê de ku Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî dide hewilên dawîkirina şerê navxweyî yê 18 salan.

Biryara ku ji alîyê Ganî hate îmza kirin, ji girtîyan sozdana nivîskî ya venegera qada şer dixwaze û Ganî bi awayî armanc dike ku dest bi danûstandinên rastexwe bi Talîbanê bike.

Çaverê ye ku biryara pêguherîna girtîyan bi bîragiştîre were parve kirin û payvajo di nav çar rojan de destpê bike.

“Prosesa berdana 1,500 girtîyên Talîbanê wê di nav 15 rojan de temam be û her roj 100 girtî dê werin berdan,” biryara Ganî got.

Washingtonê, piştî ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyara wê ya ser Afganistanê pejirand, hişyarî dabû Talîbanê ku tundîya asta bilind ya vê dawîyê zarar dide pêşvebirina peyvajoya aştîyê.

XS
SM
MD
LG