Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Hêzên Afganî Bo Jinûve Destxistina Herema Bin Kontrola Talîbanê ya Derveyî Kabulê


Hêzên ewlekarî yên Afganî

Karbidestekî herêmî ragihand ku hêzên ewlekarî yên Afganî îro Çarşemê bi armanca jinûve girtina heremeke li bin destê Talîban ya li derveyî paytext Kabul, operasyoneke pêk anîye.

Serhildêrên Talîban piştî ku avêtin navenda herema Wardak, hin leşkerên hikûmetê kuştibûn yan dîl girtibûn û yên din jî mecbûr kirin ku paşve vekişin, ya ku kêmtirî saetekê ji Kabul dûr e.

Karbidestekî payebilind yê hikûmetê da zanîn ku wan armanc kiriye ku kontrola heremê jinûve bidest bixin, berîya agirbesteke sê-rojî ya ku ji hêla Talîban ve bo Eîd'a Remezanê hate ragihandin, ku roja Pêncşemê destpê dike.

"Divê em îro bikin jiber ku piştî agirbestê, ewê demê dibe Talîbanê xwe xurt bike û dê operasyonan aloztir bike û windahiyên me zêde bike," wî got.

Şaredera Wardak Zarîfa Ghafarî got ku ger herêm demûdest neyê girtin, dê şer di nav çend rojan de bigihîje ber derîyên Kabulê.

Wezareta berevanîya Afganistanê îro Çarşemê ragihand ku hêzên taybet li herêmê hatine bicîh kirin da ku heremê paşve bistînin, piştî ku leşker roja Sêşemê 'paşve vekişîna taktîkî" kirbûn.

Wezareta Berevanîya Afganîstanê ragihand ku hikûmeta di destpêka operasyonê de êrîşên esmanî pêk anîye.

Serhildêrên Talîbanê bi salane li herema Wardak û nêzî eyaleta Logar ya li başûr hebûna xwe xurt kir.

Karbidestên Afganî dibêjin, Talîban jibo destpêkirina êrîşan û êrîşên xwekujer yên dijî Kabulê van heramana bikar bînin.

Rexistina Talîbanê bi armanca berfirehkirina bandora xwe ya li seranserê welêt kempenyayeke mehane dimeşîne dema ku Amerîka ji 1'ê Gulanê vir ve, hêzên xwe yên li welat vedikişîne û di çarçevoa peymana aştîyê ya ku sala borî bi Talîban re îmza kiribû hin bingehên xwe girtin.

Hevdem, karbidestên Afganî dibêjin Talîban êrişan zêde dike jiber ku Washington meha borî ragihandibû ku ewê 11'ê Îlonê tevahîya hêzên Amerîkî bikişîne.

Rexnegirên biryara vekişandinê dibêjin ku ewê mîlîtanên Îslamîst hewl bide ku dîsa desthilatdarîyê bidest bixin.

Hêzên bi pêşengîya Amerîka di dawîya 2001'an de Talîban ji desthilatdariyê daxist jiber ku çekdarên el-Qaîde ku tevlî êrîşên 11'ê Îlonê yên dijî Amerîkayê bûne, parastiye.

XS
SM
MD
LG