Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kabul Û Tevgera Talîban Bo Diyalogê Li DOHA Dicivin


Dîmeneke ji konferansa navneteweyî ya pêyvajoya aştîya Afganistanê, Moskow, 18 Adara 2021

Hikûmeta Afganîstanê û şanda danûstandkar ya Talîbanê vê hefteyê li Doha ya paytexta Qatar civiyane ku pêyvajoya aştîyê nîqaş bikin.

Peyvdarê Talîbanê Suhail Shaheen îro Çarşemê di daxuyanîyekeê ya li ser Twitter'ê ragihand ku berpirsên tîmên herdu alîyan, digel hin danûstandkarên xwe, roja Sêşemê li Doha civiyane.

"Wan mijarên rojevê, bilezkirina pêyvajoya danûstandinên Afganîstanê û di vî warî de giheştina têgihiştineke hevpar, nîqaş kirin," Shaheen got.

Civîn ji nîvê Gulanê vir ve, cara yekê ya kombûna ragihandî ya her du alîyan bû ku piştî hêdîbûna gotûbêjên ku di Nîsanê de qut bûn,dema ku Amerîka ragihand ku ewê hêzên xwe heya 11'ê Îlonê vekişîne.

Talîbanê bi hêrs bersîva wê daxuyanîya Amerîka dabû jiber ku rêvebirîya berê ya Trump gotibû ku ewê heya Gulanê tevahîya hezên xwe yên li Afganîstanê, vekişîne. Lê, bi biryara nû ya rêvebirîya Biden hêzên biyanî dê li welêt ji wê dema ku Turmp destnîşan kiribû dirêjtir li welat,bimînin.

Hevdem, Talîbanê got ku ewê konferansa mezin ya aşitîyê heke li Tirkîyê pêk were, boykot bikin. Karbidestan di meha Îlonê de li Doha dest bi danûstandinan kiribûn da ku şerê bi dehsalan bidawî bikin.

Lê, danûstandin hatin rawestandin û tundûtûjî zêde bû ji dema ku Amerîka dest bi vekişîna dawî ya hêzên xwe kir.

Dîtina xalên hevpar di navbera her du alîyên şer de jibo paytextên Rojavayî, bi taybet jî bo Washington, pêşîneke sereke ye.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan da zanîn ku hefteya borî welatê wî jibo peymaneke sîyasî ya li Afganistanê berîya ku hêzên bîyanî vekişin hewl dide, ku li welatê cîranê xwe ya li rojava xeterîya şerê navxweyî kêm bike.

XS
SM
MD
LG