Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîneke Xwekujî bi Dehan Şîa li Kabulê Dikuje


Mizgefta Baqir-ul Ulom ku bûye armanca êrîşa xwekujî
Mizgefta Baqir-ul Ulom ku bûye armanca êrîşa xwekujî

Karbidestên Afganî dibjêin, ’di êrîşeke xwekujî de li hember mizgefteke Şîayan de pirtir jî 30 kes li Kabul hatine kuştin, 85 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidest dibêjin, ku êrîşvan di dema nimêja de kete nav mizgefta Baqir-ul Ulom û xwe li nav bawermendan peqand û qurbanî tev sîvîl in.

Serokê Afganistanê Ashraf Ghani peqîn mehkum kir û wek kiryareke hovane ya dijî Afganistanê û gelên wê bi nav kir.

Demûdest kesekî berpirsîya êrîşa ranekir ser xwe û berdevkekî Talîbanê jî ragihand ku ti peywednîya wan bi wê êrîşê tuneye.

XS
SM
MD
LG