Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de bi Dehan Kes li Afganistanê Hatin Kuştin


Êrîşvanekî xwekuj ku kincên polîsan lixwe kiribû, xwe îro Duşemê li nêzîkî Wezareta Berevanî ya Afganî peqand.

Karbidestên Afganî ragihand ku di êrîşê de bi kêmî ve 24 kes hatin kuştin, pirtir jî 90 kesên din jî birîndar bûn.

Televîzyona Tolo TV ya Afganî ragihand ku fermandarê payabilind yê wezaretê General Abdul Raziq û serokê îstixbaratê ya paytaxt Kabul û rêvebirekî polîsan jî di nav qurbanîyan de ne.

Dîdevan dibêjin, êrîşa xwekujî qewimî, dema şenî hatibû ku vekolîna peqîneke biçûk ya demeke zûtir bikin.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid ragihand ku wan ew êrîş pêk anîye û nêzîkî 60 kes di encamê de hatin kuştin.

Serokê Afganî Ashraf Ghani êrîş şermezar kir û got, “jiber ku dijminên Afganistanî nema dikarin dijî hêzên ewlehîyê şer bikin, loma jî bajaran, mizgeft, xwendingeh û mirovên bêguneh dikin armanc.”

XS
SM
MD
LG