Çekdarên Talîbanê li Kabul û sê herêmên din li Afganistanê êrîşên rêkxistî encam dan.
Êrîşên roja Yekşemê li nêzîkî bingehê NATO’yê hatin encam dan. Herwiha balyozxaneyên Amerîka, Almanya û Brîtanîyayê nêzîkî cihê êrîşan bûn.
Li paytextê, êrîşberên xwekuj bombên xwe teqandin û paşî êrîşên bi çek û rokêtan hatin encam dan.
Herwiha herêmên Nangahar, Patkya û Logar ketin ber êrîşên çekdaran.