Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîeyên Afganistanê jî Rastî Êrîşan Hatin, 56 Kes Hatin Kuştin


Hêrişa roja Sêşemê li Kabul, 6 Meha 12, 2011.

Karbidestên Afganistanê dibêjin ku bi kêmî ve 52 kes li hêrişeka xwekujî li dijî mezargeheka Şîeyan li Kabulê hatin kuştin.

Di teqîna roja Sêşembî de herwiha jin û zarok jî hatin kuştin û 100 kesên dî birîndar bûn.

Li gorî karbidestan, hêrişberekê xwekuj bombên xwe li nav mezargeha Abu Fazil teqand li demê Musilmanên Şîe li wê mezargehê kom bibûn bo beşdarî kirin li rêûresma Aşûra.

Herwiha li bajarê Mezarê Şerîf jî hêriş li dijî mezargeheka Şîeyan hate kirin û çar kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG