Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden: Divê Heta 31ê Tebaxê Vekişandina ji Afganistanê Bi Dawî Bibe


Firokxana Kabul

Tevî ku givaştinên navnetewî û naxweyî ji bo dirêjkirina vekişandina ji Afganîstanê dom dikin, Serok Joe Biden bibiryare ku heta 31ê Tebaxê vekişandina leşkerên Amerîkî ji Afganistanê bi dawî bike.

Qesra Spî dibêje, Rêveberîya Biden hewldanên xwe bo derxistina hemwelatiyên Amerîkî, Afganî, û yên welatên din ji Afganistanê didomînin.

Biden roja Sêşemê li Qesra Spî got, "Em niha hewl didin ku heta 31ê Tebaxê, karê xwe xelas bikin. Ger em zûtir xelas bikin, wê baştir be. Her roj bêhtir rîsk li hemberî leşkerên me derdikevin."

Serok Biden her wiha got, heta niha Amerîka 70,700 kes ji 14ê Tebaxê vir ve ji Afganistanê derxistine. Lê wî her wiha da zanîn ku operasyona derxistina wan kesan, bi hevkariya Talîbanê re çêbûye, ku xelk karîbû xwe bigehînin firokxana Kabulê.

Li aliyek din îro Çarşemê Serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga ragihand ku aramiya li Afgansitanê di berjewendiya niştîmanî ya Japonya daye.

Weke ajnasa Reuters dibêje, Suga di preskonferasekê de li Tokyo ya paytext got, ewê bi welatên din re ji nêz ve derbarê Afganistanê kar bikin.

XS
SM
MD
LG