Li rojhilata Afganistanê îro Yekşemê çekdaran êrîşî avahiyeka hikûmî kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin, li gor berpirsên parêzgehgê.
Atahullah Xogiyanî, peyvdarê hakimê parêzgeha Nangarhar got bi kêmanî du teqîn bûn û piştre pevçûn derketin holê û hêzên ewlekariyê avahî dorpêç kir.
Peyvdarê nexweşxaneya Nangarhar Inamullah Mîxaîl got bi kêmanî 30 kes di êrîşê de birîndar bûn.
Çi aliyekî berpirsiyariya êrîşê neda ser milê xwe. Tevgera Talîban û gurûpa xwecihî ya girêdayî gurûpa Dewleta Îslamî berê jimarek êrîş li parêzgeha Nangarhar pêk anîne.