Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan Hizra Hilbijartinên Pêşxwext Dike


Reng e Afganistan berê xwe bide hilbijartinên seroktîyê yên pêşwext, da ku hemwelatîyên wê di heman dema ku hêzên bîyanî ji welêt derdikevin, neçin ser sindoqan.

Serokê Afganî Hamîd Karzayî di konferanseke rojnamevanî de, roja Pêncşemê got, reng e hilbijartin sala bê pêk werin, ne li sala 2014’an. Di axaftina ligel Sekretêrê Giştî yê NATO’yê Andres Fogh Rasmussen de ev yek hat eşkere kirin.

Birêz Karzayî got, wî ev îhtîmal ligel derdora xwe gotûbêj kirîye, lê hîn biryarek nehatiye standin.

Pêdivî ye Birêz Karzayî li sala 2014’an dest ji seroktîyê berde, di dema ku hêzên navnetewî ji welat de derdikevin. Xem û tirs hene ku hilbijartin û derçûna hêzên biyanî, bibin egera problemên ewlekarîyê.

Birêz Karzayî li sala 2009’an de terma duyê ya seroktîyê bidest xistibû. Qanûna bingehîn ya Afganî qedexe dike ku ew jibo cara siseyan xwe bike berbijar.

XS
SM
MD
LG