Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Kesên Biyanî li Afganistan Tên Revandin û Kuştin


Arşîv: Afganistan
Arşîv: Afganistan

Polisê Afganistanê eşkere kir ku, Pêncşemê piştî nîvro, wan laşên sê kesên biyanî kuştî dîtine li paytexta welat Kabûl, ew kes hatbûn revandin.

Polîsan û çavkaniyên wezareta navxwe dan zanîn ku, çekdaran Sê kesên biyanî revandine û paşan kuştî hatine dîtin, kesên kuştî bo şerîketa xwarinê ya navnetewî Sodexo kar dikir.

Haşmatullah Stanikzai, peyvadrê polîsên Kabûl got, ew li herêma 9 ya bajarê Kabûl li aliyê rojhilat hatine revandin û laşên wan li herêma başûrê Kabûl hatine dîtin.

Kesên hatîne kuştin nasnameya wan ji Hindistan, Malaysia û Makadonya ne, heta niha ti aliyekî kuştina wan kesan negirtîye ser xwe.

Revandina mirovan li Afganistanê diyardek ber bilave, piranî ji bo wergitina "Fidiyê", bidest xistina pereyan tên encam dan, û xelkê Afganistanê dikin armanc, lê dîsan kesên biyanî jî armanca revandin û kuştinê li Afganistanê, welatê ku şeran perçe, perçe kirî.

XS
SM
MD
LG