Lînkên eksesibilîtî

Afganistan: Di Êrîşeke Talîbanê de 26 Leşker Tên Kuştin


Berpirsên fermî yên Afganistanê dan znaîn ku, çekdarên Talîban di êrîşeke dijwar de 26 leşkerên Afganî kuştine, êrîş li başûrê herêma Kandahar bo ser hêzên parastina niştîmanê pêkhatîye.

Mohammad Radmanish,peyvdarê cîgirê wezîrê berevanîyê roja Çarşemê ragihand ku şevê din, Talîbanê li herêma Khakrez êrîşek encam daye 26 leşker hatine kuştin û 13 leşker birîndar bûne.

Herêma Kandahar li Afganistanê, wek bingeha rûhî ya tevgera Talîban tê naskirin.

Di raporta berê ya Mofetiş (Berçavkar)ê Amerîkî jibo avedankirina Afganistanê (SIGAR) de hatbû zelal kirin û got bû, rêjeya qûrbaniyên hêzên ewlekarîya Afganistanê di "astek ecêb bilind de ye".

Li gûr raporta (SIGAR) ku, destpêka îsla derket bû, dide zanîn ku 6,800 kes hatien kuştin û 12,000 birîndar bûne.

Ji hejî bîrxistinêye ku, hejmara hêzên ewlekariya Afganê 195,000 leşker û 150,000 polîs hene, ev hemû di nava xebatê dane, li seranserî wealt,li dij tevgera Talîban û grûbên Îslamî yên radîkal şer dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG