Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Du Dadwerên Jin li Afganistanê


Dîmeneke ji êrîşeke li Afganîstanê (Arşîv)

Polîsên Afganî îro Yekşemê dîyar kir ku du dadwerên jin yên Dadgeha Bilind ya Afganistanê ji hêla çekdarên ku nasnameyên wan nehatîye peyda kirin ve, hatine kuştin.

Li gor ragihandina polîsan du dadwer ku hîn navên wan nehatine eşkere kirin di encama êrîşekê de li dora 8:30' ê sibehê hatinin kuştin û ajovanê wan birîndar bûye û doz ji hêla hêzên ewlehîyê ve tê lêkolîn kirin.

Berdevkê Talîbanê got ku mîlîtanên rêxistina wan tevlî bûyerê nebûne.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî di derbarê bûyerê de daxuyanîyek weşand û êrîşên Talîban û komên din yên mîlîtanan yên dijî sivîlan şermezar kirin.

Ganî got ku teror, tirs û tawanbarî jibo pirsgirêka Afganistanê çareserî peyda nake û bang li Talîban kir da ku agirbesteke mayînde qebûl bike.

Li Afganîstanê di mehên dawî de karbidestên hikûmetê, rojnamevan û aktîvîst têne armanc kirin, ku ev êrîşan bi taybet li Kabul ya paytext dibe sedema zêdebûna metirsîyê.

Rexistina Talîban tevlîbûna hin êrîşan red dike û dibêje ku ew rojnamevan yan endamên civaka sivîl nakin armanc.

Lê, hevdem Talîban destnîşan dike ku dê mîlîtanên wê kiryarên xwe yên bo ji holê rakirina kesayetîyên girîng yên hikûmetê bidomînin.

Di peyvajoya ku Washington leşkerên xwe ji Afganîstanê paşve vedikişîne zêdebûna tundûtûjîyê û êrîşên bi wî rengî danûstandinên aştîyê, aloztir dike.

Niha, nûnerên hikûmetê û Tevgera Talîbanê bi navbeynkarîya Amerîka li Qatarê danûstandinên aştîyê berdewam dikin.




Çavkanîyên her du aliyan dibêjin ku di danûstandinên aştîyêde , tenê dibe ku piştî serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden dest bi kar bike û sîyaseta xwe ya Afganîstanê eşkere bike, pêşkeftinek berbiçav pêk were.

Hevdem, Pentagonê roja Înêyê ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê hate kêm kirinê 2.500 leşkaran, ku ev ji sala 2001' an vir ve asta herî nizm ya hêzên Amerîkî ye.


XS
SM
MD
LG