Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Ji Afganistanê Heta Niha 6 Hezar Amerîkî Hatine Vekişandin


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki roja Duşemê dîyar kir ku heta niha 6 hezar Amerîkî ji Afganistanê hatine vekişandin.

Rêvebirîya Serok Joe Biden biryar dabû ku roja Sêşemê, di 31'ê Tebaxê de vekişîna yekîneyên Amerîka temam bike.

Psaki da zanîn ku ew niha hewil didin ku hîn bibin çend Amerîkî mane ku dixwazin Afganistanê derkevin.

Wê dîyar kir ku ew bawer dikin ku hejmara welatîyên dixwazin derkevin hindik e.

XS
SM
MD
LG