Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan: Peymana Ser Kêmkirina Pevçûnan Îşev Destpê Dike


Peymana ser kêmkirina girjîya li Afganistanê, ku di navbera hikûmeet, hêzên navneteweyî û Talîbanê de hatibû îmzakirin îşev destpê dike.

Li gor peymanê, divê li Afganistanê bo 7 rojan ti pevçûn çênebe.

Çarçoveya peymanê bi hevdîtinên di navbera şandeyên Amerîka û Talîbanê de hat dîyarkirin.

Hin şirovekar didin zanîn ku ger pevçûn çênebin dibe ku leşkerên Amerîka ji Afganistanê vekişin.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Afganistanê Cavid Faysal ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku ew li bendê ne ku bi peymanê pevçûn kêm bibin û bi wê rêka hevdîtinên hikûmet û Talîbanê vebe.

Talîbanê berê dide zanîn ku hikûmeta Afganistanê girêdayî Amerîka ye û danûstandina bi wê re red dikir.

Li ber e ku berpirsên Talîbanê ser lihevkirina bo hefteyekê daxuyanîyeke fermî belav bikin.

Karbidestên Amerîkî ser wê lihevkirinê hîn ti daxuyanî nedane.

XS
SM
MD
LG