Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afganistanê û Talîban Ser Berdana Hin Girtîyan li Hev Dikin


Hikûmeta Afganistanê û Talîbanê ser berdana hin girtî û dilgirtîyan li hev kir.

Talîbanê yek hemwelatîyê Amerîka yek jî yê Avustralya du kes berdan û li ber vê, hikûmetê jî sê fermandarên Talîbanê berdan.

Timothy Weeks yê hemwelatîyê Avustralya û Kevin King yê hemwelatîyê Amerîka di sala 2016’an de ji pêş Zanîngeha Kabulê, ku ew li wir mamoste bûn, hatibûn revandin.

Yek ji fermandarên hatine berdan Serecadîn Haqanî ye ku ew birayê yek ji rêvebirên Talîbanê Anas Haqanî ye.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî hefteya borî ser guherandina girtî û dilgirtîyan gotibû ''biryareke zor e'' lê ew dê li gor berjewendîyên welatê xwe tevbigerin.

XS
SM
MD
LG