Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên di Navbera Hêzên Afganistan û Talîbanê de Gurtir Dibin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi êrîşên Talîbanê di 24 saetên dawî de herî kêm 150 leşkerên Afgan hatine kuştin yan birîndar bûne.

Reutersê ji zarê jêderên ku nexwestin navên wan eşkere bibe dîyar kir ku niha ji 34 herêmên Afganistanê li 26’an şer didome û karbidestekî Afgan dîyar kir ku zarar gêhiştiye wan mezin e.

Amerîka dê heta 11’ê Îlonê leşkerên xwe vekişîne ku hikûmeta Afganistanê dide zanîn ku bi vekişîna re pevçûnên li axa wan zêde dibe.

Jêderên herêmî didin zanîn ku hêzên Talîbanê roja Duşemê Şahrak ya eyaleta Ghor bi dest xistine û piştî pevçûnên giran leşkerên Afgan neçar mane ku vekişin gundên nêzik.

Amerîka piştî 20 salan hêzên xwe ji Afganistanê vedikişîne û danûstandinên di navbera Talîban û hikûmeta Afgan de hatine asta pûçbûnê.

Berpirsên Afgan dibêjin ku bêyî piştgirîya hêzên bîyan serketina dijî Talîbanê dijwar e.

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad û hin karbidestên din yên payabilind roja Yekşemê li Kabul ya paytext bi rêvebirîya Afgan re kom bûbûn.

Jêderên hikûmeta Afgan piştî civînê dîyar kiribûn ku karbidestên Amerîkî soz dane ku ew dijî Talîbanê du salan, her sal 3,3 mîlyar dolar piştgirîya wan bikin.

Berpirsên Afgan dîyar kiribûn ku Amerîka dê dijî Talîbanê firokên cengê, ekîpman û kelûpelên leşkerî jî bide.

XS
SM
MD
LG