Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistan'ê di Êrîşeke Xwekuj de Sîvîl û Leşker Dimirin


Li Helmand'ê qurbanîyên êrîşa xwekuj têne rakirin

Reuters'ê îro Şemîyê ji zarê çavkanîyên herêmî ragihand ku li pêş bankayeke bajarê Helmand ya Afganistan'ê, di êrîşeke xwekuj de 7 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Walîyê Helmand'ê Omar Zwak, da zanîn ku wesayîta bombebarkirî dema leşkerên Afgan ji wesayîteke leşkerî dadiketin û diçûn bankayê hatiye peqandin.

''Ji kuştîyan 4 sîvîl in, 3 jî leşker. Piranîya birîndaran sîvîl in'' Zwak got.

Hîn ti rêxistinan berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe, lê beşeke mezin ya herêma Helmend'ê di dest Talîban de ye.

Roja Çarşemê jî, dî êrîşeke çekdarî ya ser konvoyên alîkarî yên Komîteya Xaça Sor ya Navnetewî (ICRC) 6 xebatkarên wê hatibûn kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye, bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Afganistanê General John Nicholson eşkere kiribû ku şer giheştiye asteke ku hêzên Afganî yên bi piştgirîya Amerîka û Talîban nikarin hevdû têk bibin. Wî gotibû divê çend hezar leşkerên nû tev li 8,400 hêzên Amerîkî bin ku vê gavê li Afganistanê ne.

XS
SM
MD
LG