Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY:Şerê Afganistanê 10,000 Sivîl di Sala 2019an de Kuştin û Birîndar Kirin


Neteweyên Yekgirtî îro Şemiyê ragihand ku şerê Afganistanê di sala 2019an de bêhtirî 3,400 sivîl kuştin û nêzîkî 7,000ên din birîndar kirin.

Erka Neteweyên Yekgirtî ya Alîkariyê li Afganistanê (UNAMA) tevgera Talîbanê, Dewleta Îslamî û gurûpên din ên çekdar bi berpirsiyariya di ber 49% ji kuştiyan de tawanbar kirin.

Wê her wiha hêzên hikûmetê, di nav de jî koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka bi berpirsiyariya di ber 43% ji kuştiyan tawanbar5 kirin. Wê got ên mayî jî bi agirê di navbera aliyê dijber de hatin kuştin.

Raport tê ragihandin di demekê de ku rêkeftineke heft rojan a kêmkirina şer îro Şemiyê derbasî warê cîbicîkirinê dibe, wek vekirina rê ji bo îmzekirina rîkeftinekê di navbera Amerîka û Talîbanê di roja 29ê vê mehê de, bi armanca bidawîanîna şerê 18 salan ê Afganistanê.

UNAMA di raporta xwe de nîşan bi wê yekê da ku şer û rûdanên girêdayî şer, di 10 salên dawî de ziyan gihandin bêhtirî 100,000 kes.

Serokê UNAMA Tadamichi Yamamoto got:

“Hema li Afganistan sivîlek nîne ku bi rengekî ji rengan ji şerê berdewam ziyan nedîtiye.”

Talîbanê di cih de raporta UNAMA red kir. Wê di daxuyaniyekê de idîaa kir ku UNAMA helmeteka piştgiriyê ji bo “hêzên dagîrker” ên Amerîka birêve dibe.

XS
SM
MD
LG