Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afghanistanê û Amerîka Bi Dehan Çekdarên Talîbanê Dikujin


Hêzên Afghanistanê bi piştgiriya hêzên Amerîkî di êrîşeke esmanî ya hevbeş de li herêmên rojava û bakurê Afghanistanê, du serkirdeyên mezin ên Talîbanê û herî kêm 38 çekdarên wê kuştin.

Berpirsan îro Yekşemê got armanca operasyonên şeva borî ew beravêtina êrîşên plankirî yên Talîbanê bû li dijî hêzên Afghanistanê.

Berpirsekî mezin ê ewlekariyê li Kabula paytext got piştî têkçûna hewlên dîplomatîk di navbera Amerîka û Talkîbanê de pevçûn gur bûne.

Wezareta berevaniyê di daxuyaniyekê de got hakimê Talîbanê yê parêzgeha Samangan, Mawlavi Nûruddîn li gel 4 çekdaran li navçeya Dara-e-soof Payeen hatin kuştin.

Talîbanê kuştina wî red kir û peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid di daxuyaniyekê de got, "ew sax e."

Di êrîşeke din de, Mullah Sayed, hakimê Talîbanê yê navçeya Anar Dara ya rojavayê parêzgeha Farah, li gel 34 çekdaran hatin kuştin, li gor peyvdarê parêzgeha Farah Mohibullah Mohib.

Berpirsên ewlekariyê li Kabulê got wê jimarek operasyon li dijî Talîbanê û Dewleta Îslamî pêk werin ji bo nehîştina êrîşên wan ên dijî sivîlan û hêzên Afghanistanê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG