Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîn û Pevçûn li Seranserî Afghanistanê Bilind Bûne


Berpirsên Afghanistanê îro Şemîyê got ku herî kêm 4 endamên ewlekarîya Afghanistanê di teqînên li parêzgehên rojhilat û başûrê welêt de hatine kuştin û 7 kes bi giranî birîndar bûne, û her wiha sê sivîl li alîyê rojihlat birîndar bûne.

Ta amadekirina vê raportê ti grûpên çekdar berpirsîyarîya hersê êrîşan nedaye ser milê xwe.

Ev êrîş dibin di demekê de ku tundûtûjî li Afghanistanê gur bûye û pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Talîbanê de bêhtir bûne.

Zincîreka teqînên rojane di van hefteyên dawîyê de hejmarek berpirsên hikûmetê, dozger, rojnamevan û çalakvan Afghanistanê kuştin.

Tê zanîn, axaftinên aştîyê di navbera niwênerên Talîbanê û hikûmeta Afghanistanê de, ku bi çavdêrîya Amerîka li Qeterê dibin, di van mehên dawîyê de rastî astengîyan bûne.

Tîma serokê Amerîka Joe Biden pêdaçûnê dike di rêkeftina aştîyê de ku rêveberîya serokê berê Donald Trump di meha Şibata sala 2020ê de li gel Talîbanê îmze kiribû.

XS
SM
MD
LG