Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Afganistanê bo Roja Duyem Berdewam in


Hilbijartinên Parlemanî yên Afganistanê îro Yekşemê hîn berdewam in û derfeteke bo kesên ku doh Şemiyê nikaribûn dengên xwe bidin.

Berpirsên hilbijartinan dibêjin doh Şemiyê 3 milyon kes dengên xwe dan, lê hin dijwarî hene ji bo wan bingehên ku nehatin vekirin û kêşeyên teknîkî yên dengdanê hebûn.

Di encama êrîşên ser bingehên dengdanê de herî kêm 15 kes hatin kuştin û bidehan jî birîndar bûn.

Talîbanê huşdarî dan ku wê êrîşan pêk bînin lê dîsa jî xelk bi awakî berbiçav beşdarî proseya dengdanê bû.

Encamên dawî yên hilbijartina wê çend hefteyan dirêjkin ta ku bên ragihandin.

Li Qendeharê dengdan hefteyekê hat paşxistin piştî kuştina komandarê desthilatdar General Abdul Raziq ji aliyê Talîbanê ve.

Li Ghaznî hilbijartin bo salekê hatin paşxistin ji ber nakokiyên siyasî di navbera aliyên xwecihî de.

Di van hilbijartinan de, derdora 132 çardêr ji gelek welatan û Yekîtiya Ewrupî tevlî nêzîkî nîv milyon çavdêrên xwecihî bûne, gelek ji wan wekîlên kandîdan yan partiyên siyasî, çalakvanên civakî û hin gurûpên din in.

XS
SM
MD
LG