Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Afganistanê: Bi Dehan Endamên Daişê Hatine Girtin


Hikûmeta Afganistanê îro Şemiyê got wê di şeş mehên borî de bêhtirî 700 çekdar û endamên malbatên gurûpa terorîst Daişê li rojhilatê welêt girtine.

Dezgeha Afganistanê ya agahdariyan got herî kêm 75 jin û 159 zarok, ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, niha girtî ne.

Ti aliyekî serbixwe nikaribû piştrast bike ev girtiyên ku hikûmetê nîşanî peyamnêran dabûn, ew girêdayî Daişê ne.

Berpirsekî Agahdariyê ku nexwest navê xwe diyar bike got piraniya girtiyan ji Pakistan, Urdun û welatên Asya navendî ne.

Wî got dora 277 biyanî di nav kesên girtî de ne.

Şandiyê Waşintonê ji bo aştiya Afganistanê Zalmay Xelîlzad, demekê berê vê mehê di twîteke xwe de got ku Daiş li rojhilatê Afganistan lawaz bûye bi saya operasyonên ku birêve diçin, ne tenê ji aliyê Amerîka û hêzên Afganî de, belê ji aliyê Talîbanê de jî.

XS
SM
MD
LG