Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê û Rikberê wî Rêkeftinekê Îmze Dikin


Peyvdarê serokê Afganistanê Ashraf Ghanî îro yekşemê got Ghanî û rikberê wî Abdullah Abdullah rêkeftineka parvekirina desthilatê îmze kir.

Sedîq Sedîqî li ser twîtera xwe got:

“Rêkeftina siyasî di navbera serok Ghanî û Dr. Abdullah Abdullah de hate îmzekirin.”

Li gor Sedîqî, Abdullah dê serkêşiya civata axaftinên aştiyê yên li gel Talîbanê bike û endamên tîma wî jî dê di hikûmetê de bin.

Wî got dê berferhiyên rêkeftinê nêzîk werin belavkirin.

Abdullah encamên hilbijartinên meha Êlûna sala borî red kirin û destpêka îsal avakirina hikûmetekê li beramber ya Ghanî ragihand.

Ev rêkeftin tê di demekê de ku Amerîka hewl dide proseya aştiyê li gel Talîbanê pêş ve bibe ji bo bidawîanîna 19 salên şerê Afganistanê.

XS
SM
MD
LG