Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Dibe Şerê Navxweyî li Afganistanê Derkeve


Fermandarê Hêzên Hevbeş Yên Amerîka Generlê Amerîkî Mark Milley
Fermandarê Hêzên Hevbeş Yên Amerîka Generlê Amerîkî Mark Milley

WASHINGTON – Generalê Amerîkî yê di asta bilind de, Gen. Mark Milley roja Şemiyê gote kenalên rojnamegeriya Amerîkî li Afgnasitanê "Îhtîma heye" şerê navxweyî derkeve û wî hişyarî da ku di reşweke weha de dê grûpên terorîst li welat vegerin.

Dema ku Amerîka ji Afgansitanê vekişiya, Talîbanê di operasyonên bilez û bez de kontrola welat kir, çi herêmek ji derveyî kontrola wê nemaye tenê herêma Panjşir nebe ya ku li bakure welate û li dij Îlsamiyên tundrê têkoşînê dike.

Generalê Amerîkî Mark Milley Fermandarê Hêzên hevbeş Yên Amerîka gote kenalê Fox News "Li gur pîvanên min yên leşkerî…li gur rewşa niha heyî îtîmala heye veguhere şerekî navxweyî."

Dema ku jê hat pirsîn Talîbana ku hêjî hikûmet ava nekirîye dê bikare desthilateke çalak û baladest ava bike.

Wî got, "Ez dibînim ku îhtîmalek gelek mezin heye ku şerekî ehlî berfireh derkeve, û her ev dê rewşeke weha biafirîne ku Al-Qaide xwe rêxistin bike û DAIŞ geşe bike û grûpên din yên terorîst derkevin." Mark Milley got.

Wî tekez li ser wê yekê kir, ku ew nikar zêdetir pêşbîniyan li Afgansitanê pêşçav bike, lê wî nirxandinek reşbîn nîşan da.

Mark Milley gote kenalê Fox News, "Rewş gelek dest daye, ku mirov bibîne di navbera 12, 24 yan jî di 36 mehan de car dî teror vegere wê herêmê bi giştî. "

Amerîka sala 2001ê êrîşî Afgnasitnaê kirbû û desthilata Talîbanê ji nav birbû piştî ku Al-Qayidê êrîşên 11ê Îlonê pêkanîbûn û Afgnistana ji bo wan ciyekî bi ewle bû.

Rojavayî ditirsin ku Afganistan cardî bibe ciyê bi ewle yê hewandina grûpên tundrê û êrîşî wan bikin.

Amerîka gotiye ku ewê şiyanên xwe yên "Di ser asoyan re" biparêze ji bo lêdana her gefekê li Afgansitanê ya li dij ewlekariya wan.

XS
SM
MD
LG