Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên NATO li Afganistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin, bombevanekî xwekuj êrîşî karwaneke leşkerî ya bîyanî kir û bi kêmî ve 14 kes li paytaxt Kabul kuştin.

Di êrîşa herî xirab ya nav çend mehên borî de, herwiha 37 kesên din jî birîndar bûn.
Peqîna hêzdar danê sibeh qewimî û gelek avakî zîyan dîtin û pencera wan şikestin.

Berdevkekî NATO got, 2 leşkerên wan û 4 kontratçî ji nav qurbanîyan de ne. Leşkerîya Amerîka, dû re, ragihand ku leşkerên kiştî Amerîkî ne.

Gruba çekdar ya bi nave Hîzbê Îslamî berpirsîya êrîşê girte ser xwe. Berdevkekî gruba xirabkar got, şîretvanên Amerîkî hedefên wan bûn.
XS
SM
MD
LG