Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afrîkaya Başûr Tundûtûjî Belav Dibe Û Xwepêşandan Dom Dikin


South Africa protests

Li Afrîkaya Başûr xwepêşandanên ku roja Înîyê jiber nerazîbûnên hejarî û newekhevîyê destpê kiribûn, îro Sêşemê jî li gelek heremên welêt berdewam dikin.

Di xwepêşandanan de di navbera hêzên ewlehî û çalakvandan de pevçûn derketin holê û navendên bazaran hatin talan kirin.

Karbidestên ewlehîyê ragihand ku hikûmet dixebite ku şîdet û talan bêtir belav nebe, lê wan dev ji ragihandina rewşa awarte berdaye.

Tundûtûjîya li welêt piştî ku serokê berê Jacob Zuma hate girtin, alîgirên wî hefteya borî daketin kolanan û şewitandina qemyonan destpê kiribû. Xwepêşandanên cara yekê li Eyaleta Kwazulu-Natalê rû dabû.

Serokwezîrê eyalete Sîhle Zîkalala dabû zanîn ku kir li vê herêmê 26 kes hatine kuştin. Êvara duşemê Serokkomar Cyrîl Ramaphosa ragihandibû li bajarê herî mezin yê welêt li Johannesbourgê 6 kes hatine kuştin.

Bi vî rengî di rûdanên tundrew de hejmara kesên ku hatine kuştin giheştî ye 32 kesan.

Serokwezîrê eyaletê Zîkalala ragihand ku piranîya kesen hatine kuştin jiber pê li hev kirinê jîyanên xwe winda kirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG