Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afrîqaya Başûr Du Wezîr bi Korona Ketin


Wezîrê Xebatê Thembelani Nxesi û Wezîrê Çavkanîyên Xwezayî Gwede Mantashe jiber vîrusa korona ketin nexweşxaneyê.

Serkomarîya Afrîqaya Başûr bi daxuyanîyekê ragihand ku Nxwesi û Mantashe bo çavdêrîyeke çêtir ketine nexweşxaneyê û ew li bendê ne ku her du wezîr demûdest rind bibin.

Karbidestên saxlemî yên Komara Afrîqaya Başûr dîyar dikin ku li wî welatî heta niha pirtir ji 372,000 kes bi vîrusa korona ketine û 5,173 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG