Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Tirkiyê Girekî Stratejîk Nêzîkî Efrînê Dikin Armanc


Çalakvanên Sûrî û şervanên Kurd dibêjin hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan girekî stratejîk li Efrînê ji xwe re dikin armanc, di demekê de ku êrîşa Tirkiyê derbasî hefteya duyem dibe.

Peyamnêrên ajansa Associated Press li bajarê Kilisê ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê got ew îro Yekşemê dengên topbaran û pevçûnên berdewam dibihîsin, di demekê de ku firokên şer ên Tirkiyê li esman in.

Hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan, ji dema destpêkirina oporasyonê ve, hewil didin çiyayê Parsa kontrol bikin.

Rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov Ramî Ebdulrehman got hêzên Tirkiyê bo demeke kurt gir control kir lê piştî çend demjimêran ji dîsa ji dest da.

XS
SM
MD
LG