Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Bandora Êrîşên Tirkîyê Ser Sîvîlan Û Pirsên Mirovahî


Êrîşên Tirkîyê û grubên çekdar yên girêdayî wê li ser Efrînê û gundewarên wê, sê hefte ne berdewam dikin.

Jêderên xwecîhî radigîhînin ku êrîşên herî dijwar êvara roja Pêncşemê hatin kirin.

Balafirên cengê yên Tikîyê navend û gelek herêmên Êfrînê bombebaran kirin û bandora herî mezin li sîvîl û sazîyên xizmetkarî çêdibin.

Îro Înê Desteya Rêvebir ya Kantona Efrînê preskonferansek encam da û xuya kir ku heta niha 160 kesên sîvîl di encama êrîşan de jîyana xwe jidest dane.

Desteya Rêvebir da zanîn ku ji wan sîvîlên qurbanî, 26 zarok û 17 jin in û 395 kesên din jî birîndar bûne.

Desteya Rêvebir herwiha dîyar kir ku gelek gundên ser sînor hatine wêran kirin û 60 hezar kes koçberî gundên din û navenda bajarê Efrînê bûne.

Bernama Hello Washington, zîyanên ku êrîşên artêşa Tirkîyê gihandine herêma Efrînê bi du mêvanên xwe Dr. Nurî Şêx Qenber, Hevserokê Heyva Sor ya Kurdî li Efrînê û Hozan Efrînî, Nûnerê Hevpeymanîya Niştîmanî ya Demokratîka Sûrîyê (Hevbendî) gotûbêj dike.

Dr. Qanber dibêje ku wan raporên derbarê rewşa xirab ya Efrînê ji sazîyên navnetewî re şandine, lê heta niha bersîvek ji wan sazîyan nehatiye.

“Me nebihîstîye ku sazîyên navnetewî, taybetî jî Xaça Sor ya Navnetewî ku bingeha wê li Şamê heye, raporek ser rewşa Efrînê daye rayagiştî û sedema wê jî sîyasî ne.”

Efrînî dibêje ku ‌Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê heta niha hewlesteke zelal hejî nîşan nedaye.

“Parlamentera Herêma Kurdistanê daxuyanî da, lê mixabin ew jî helwestek bihêz nebû. Êrîşên ser Efrînê nehatin şermezar kirin û qebûl nekirin rûniştina liser navê Efrînê be".

Efrînî dibêje ku karbidestên Herêma Kurdistanê, şûna ku destekê bidin Efrînê, kesan li dijî Efrînê didin axafitin û rê didin wan ku bêjin bila Efrîn vala be û Tirk bikevin wê derê.

Hello Washington 09.02.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:10 0:00

XS
SM
MD
LG