Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî Mustefa: Mafê Me Heye Em Berevanîya Efrînê Bikin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê bi tundî gef li hêzên Kurdî û desthilata wê li bakurê Sûrîyê kir.

Erdogan got ku ew bi çi rîyê be, nehêle ku desthilateke Kurdî li Sûrîyê bê çêkirin. Ji ber wê jî artêşa Tirkîyê gundewarên Efrînê topbaran dike.

Hêvî Mustefa, Hevseroka Kantona Efrînê dibêje ku êrîşên niha bi plan tên amade kirin. “Ji demekê ve li ser kar dibe ku Efrînê were dorpêç kirin û destketinên wê werin hilweşandin.”

Mestefa li ser amadekarîyên wan yên bo êrîşan jî got ku mafê wan heye ku berevanîya axa xwe bikin. “Me her tişt amade kirine: ji xwarin û pêwistîyên jîyanê ve gelê Efrînê amade ye."

Hevpeyvîna Hêvî Mustefa-1-16-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG