Êrîşên Artîşa Tirkîyê û alîgirên wê ji rikeberîya çekdarên Sûrî li ser Efrînê berdewam in û zîyaneke mezin digîhînin her alîyên jîyana sîvîlan.
Ti alîkarîya mirovahî ji rêxistinên navnetewî nagiheje Efrînê, lê herêmên Kurdî alîkarî didin hev û hewil didin ku bigehînin Efrînê.
Nivîskar Hekîm Ehmed dibêje ku gel li Kantona Cizîrê ji rêxistinên navnetewî bê hêvî bûye jiber ku ew alîkarî naşînîn Efrînê.
“Rêxistinên sîvîl, karsaz, rêvebirî û kesitîyên serbixwe û partîyên sîyasî, bo danheva alîkarîyê bi hilmeteke mezin rabûne ku piştgirî biden gelê Efrînê.”
Ehmed herwiha anî ziman ku gîhandina alîkarîyan bo Efrînê pir zor e û astengî li ber wê hene, lê dîsanê jî ew tên kirin.