Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Welatên Afrîqa Ser Kuştina George Floyd Bertekan Nîşan Didin


Rêberên dewletên Afrîqa ser kuştina George Floyd bertek nîşan dan.

Serokê Gana Nana Akufo Addo dîyar kir ku Amerîka bi nijadperestîyê re rû bi rû maye.

‘’Amerîka, keleha mezin ya demokrasîyê, di sedsala 21an de hîn jî bi kêşeya nijadperestîya sîstematîk re rû bi rû dimîne û ew ne tiştekî rast e.’’ Akufo Addo got.

Serokê Berê yê Kenya Raila Odinga, ku niha jî rêberê rikeberîyê ye, da zanîn ku ew bo hemî kesên ku Amerîka wek welatê xwe dibînin dadmendî û azadîyê dixwazin.

Komîsyona Yekîtîya Afrîqa (OAU) jî di rojên borî de kuştina George Floyd bi tundî rexne kiribû.

Wê komîsyonê bang li karbidestên Amerîkî kiribû ku tundûtûjîya jiber nijadan çêdibin rawestînin.

XS
SM
MD
LG