Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirên Xwezayî Çend Deverên Rojavayê Amerîka Didin Ber Xwe


Du agirên xwezayî ku bi navê Diksie û Fly tên zanîn, bi dehan xanî û cîhên din li bakurê wîlayeta Kalîfornîya wêran kirine.

Karbidestên xwecîhî dibêjin ku ev agir dora 779 kîlometreyên çargoşe ji daristanan li her du deverên Plumas û Butte şewitandine.

Ev agir bûne sedem ku li gelek deverên çîyayî rûniştvan ji malên xwe birevin. Karbidest didin zanîn ku dora 10,000 mal di bin metirsîyê de ne.

Li başûrê wîlayeta Oregon jî, agirkujan hember agirê xwezayî yê bi navê Bootleg hinek pêşketin kirine. Ev agir yê herî mezin e ku heta niha li Amerîkayê qewimî ye. Agirê Bootleg dora 1,657 kîlometreyên çargoşe şewitandiye, lê agirkujan bi rêjeya 53 ji sedî ew kontrol kiriye.

Agirê ku di encama birûskan de çêbûye, 67 xanî şewitandine û ferman hatiye dayîn ku bi kêmî 2,000 xanîyên din jî werin vala kirin.

Di 30 salên dawî de, germahîya cîhanî hiştîye ku rojavaya Amerîka germtir û zûhatir bibe.

Li başûrê rojavaya wîlayeta Montana jî, karbidest hewil didin ku nehêlin sê agir zîyanê bigihînin xanî û avahîyan.

Tirs heye ku bilindbûna asta germê û şilîya nizim û bayên xurt vê hefteyê bibin sedema zêdebûna van agiran.

Agirkuj li wir hewil didin ku dora 200 malan biparêzin û nehêlin agirê bi navê Trail Creek bigihêje parka Big Hole National Battlefield. Ev parka niştimanî ji ber metirsîya vî agirî hatiye girtin.

Li bakurê eyaleta Idaho, agirekî biçûk nêzîkî Parka Silverwood roja Înê bû egera derketina xelkê ji parkê û devera derdora wê. Piştî agir bi giştî hate kontrol kirin, park roja Şemîyê careke din vebû.

Hêjayî balkişandinê ye ku vê gavê bêtirî 85 agirên xwezayî li seranserê Amerîkayê hene ku bi piranî li wîlayetên rojavaya welêt in.

Karbidest didine zanîn ku heta niha bêtirî 553,000 hektar ji ber van agiran hatine şewitandin.

XS
SM
MD
LG