Daristanên li parêzgeha Çanakkale ya Tirkiyê zêdetirî 2 roj in rastî şewatê hatiye û agir berfireh dibe û heta îro Çarşemê jî dom dikir.
Agir bi lez belav dibe û li gorî rayedarên Tirk 9 gundên nêzî daristanê hatine valakirin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji 9 gundên nêzî daristanê zêdeyî hezar û 200 kes koç kirine û ji herêma şewatê hatine dûrxistin.
Rayedaran diyar kirin ku şewata ku roja Sêşemê li parêzgeha Çanakkaleyê dest pê kir ji ber germahiya zêde, hewaya hişk û birûskê derketîye û belav dibe.
Berpirsên Tirkiyê dibêjin, agir ji sibeha Çarşemê ve nêzîkî 1500 hektar ji daristanên wê deverê ketiye ber pêlên agir û 48 kes nexweş ketine û rakirine nexweşxaneyan.
Ji derya Egeyê (Îce) ber bi derya Marmarayê ve jî, ji ber şewatê çûnûhatin hatine rawestandin.
Ev ne cara yekê ye ku agir bi daristanên Tirkiyê dikeve, par li 31 parêzgehan 203 şewatên mezin yên daristanan derketibûn û di encamê de bi hezaran hektar zeviyên daristanan zirar dîtin û 149 kes birîndar bûn û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû.
Di sala 2021ê de li 53 herêman şewatên daristanan pêkhatbûn, di encam de 8 kes mirin û 1,500 kes jî birîndar bibûn.