Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sêyemîn Agirbesta Sûriyê de Dîsan Pevçên Tên Berdewamkirin


Otombîleka leşkerê Tirkiyê di nava bajarê al-Rai de
Otombîleka leşkerê Tirkiyê di nava bajarê al-Rai de

Du seatan piştî ragihandina agirbesta li Sûriyê yaku li gor peymana Rûsya û Tirkiyê pêkhatî şer li gelek cihan hat berdewamkirin.

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirov ku bingeha wê li London ê dimîne û gelek çalakvanên wê li Sûriyê hene dibêje, du seatan piştî agirbest hatî ragihandin li gelek herêmên Sûriyê şer di navbera hêzên hevdij de qewimî.

Çavdêrî radigihîne ku herçende li piraniya eniyên şer tenahî heye, lê dîsan li gelek cihan şer û pevçûn di navbera aliyên şerker de tên berdewamkirin, li gor çavdêriyê li parêzgeha Laziqiye, li herêma Îdilb û li dewrûberên Helebê şer û pevçûn di navbera hêzên dewleta Sûrî û hêzên opozisyonê de derdikevin.

Wek tê zanîn ev cara siyane di îsal 2016 de, agirbest li Sûriyê tê ragihandin, lê hercarê agirbest tê binpêkirin û şer û pevçûm tên berdewamkirin.

Agirbesta yekê li roja 27î Şiwata îsal hatbû ragihandin. Agirbesta duyan li gor pêkhatina Amerîka – Rûsya roja 12 Îlona borî heta 19 Îlonê pêkhat bû, piştî heftiyekê cardin şer û pevçûn qewimîn.

Agirbesta herî dawiyê li gor peymana Rûsya – Tirkiyê şeva Pênşem liser Înê 30 Kanûna Pêşîn pêkhat, lê weke çavdêr radigehînin, di seatên pêşiyê de agirbest li gelek cihan hatiye binpêkirin û şer û pevçûn li hind herêman tên berdeweamkirin.

XS
SM
MD
LG