Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusiya: Bila Serhildayên Sûrî Xwe ji Terorîstan Cuda Bikin


Rusiya roja çarşemê bang li gropên serhildayên Sûrî kir da ku, xwe dûr û cuda ragirin ji terorîstan, Rusiya dibêje xwe durxistina serhildayan ji gropên Îslamiyên radîkal yên weke gropên terorist tên naskirin dê bibe kilîta pêşketina wê agirbestê ya ku, dawiya heftiyê hatî ragihandin.

Ev du roje agirbest bi hewildan û danûstendinên marathonî yên bi hevkariya Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry û hevpîşeyê wî yê Rus Sergey Lavrov bi encam bibû, heta niha pêgiryek bi agirbestê hatiye kirin, lê gropên radîkal ne di nava biryara agirbestê de bûn, ne jî, wan pêgirî bi agirbestê kirîye.

Li gur peymana agirbestê, heta nîvroya roja çarşemê şer û pevçûnên dijwar rû nedabûn û hemû aliyên pêgirî bi agirbestê kir bûn, bi tenê êrîşên esmanî li dij çekdarên dewleta Îslamê (DAIŞ) û Jabhat Fatah al-Şam, ya ku, weke beşekî rêxistina terorist al-Qaide li Sûriyê tê dîtin pêkhatin e.

Jabhat Fatah al-Şam gropa bihêz û astengiya herî mezine di riya aramî û pêgiriya bi agirbestê re, gelek zehmete jibo Amerîka êrîşan li dij van gropên radîkal pêk bîne ku, ziyan negihe gropên din yên opozisyona Sûrî.

Wek tê zanîn roja duşemê peymana agirbesta duyan li Sûriyê bi hevkariya herdû wezîrên derve yên Amerîka John Kerry û yê Rusiya Sergey Lavrov pêkhat bû, li gur vê peymanê divê şer di navbera aliyên şerker de li Sûriyê bihê rawestandin û alîkariyên mirovatî jibo herêmên pêdivî bihên şandin.

Agirbest gropên terrorist yên weke DAIŞ û Jabhat Fatah al-Şam nagire nava xwe, ev du roj biser agirbestê re derbas bûn, lê heta niha şer û pevçûnên dijwar ne qewimîn e.

XS
SM
MD
LG