Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Sûrî Dawîhatina Agirbestê Radigehîne


Roja duşemê leşkerê dewleta Sûrî daxuyaniyek derheqa agirbesta heftiya borî weşand, daxuyanî dibêje ewê agirbesta 7 rojî bidawî bînin, ya ku bi hevkarîya Amerîka û Rusiya pêkhatî, bê ku bidin zelalkirin kanê agirbest dê bihê nûkirin yan na.

Leşkirê Sûrî dibêje "Gropên terosrîst yên çekdar", ku ev gotineke hikûmeta Sûrî jibo wan çekdaran bikar tîne yên şerê hikûmeta Sûrî dikin, bê ku pêgiriyê bi xalên agirbestê bikin.

Daxuyaniya artêşa Sûrî dibêje van gropên çekdar agirbestê jibo armanca xwe pir çek kirinê bikar tine û wan heta niha 300 caran agirbest binpêkirîye, weke artêşa Sûrî dibêje.

Aliyên şerker hevdû tawanbar dikin bi binpêkirina agribestê ya ku eve heftiyeke bi hevkariya Amerîka û Rusiya pêkhatî.

XS
SM
MD
LG