Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbest li Sûrîyê Didome, Lê Pevçûn jî Tên Ragihandin


Wêneyeke malwêranîyê li Şamê

Ajansa Reuters radigihîne ku agirbesta ku do li seranser Sûrîyê destpê kir, heta niha berdewam dike, lê li hin deveran pevçûn têne ragihandin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, ju hevalbendê serekî yê Serokê Sûrî Beşar Esad e, roja Pêncşemê ev agirbest ragihandibû, piştî ku Rûsya û Tirkîyê giheştin rêkeftinekê.

Çavdêr û rêvebirên serhildayan demûdest piştî destpêbûna agirbestê pevçûnên navbera serhildayan û hêzên hikûmetê li Îdlib û Hama û li deverên başûrtir ragihandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku kêmtir ji 12 demjimêr piştî agirbestê, hêzên hikûmetê û hevalbendên wê, li gelîyeke stratejîk ya Şamê bi serhildayan re ketin şer û helîkopteran dever bomberan kir.

XS
SM
MD
LG