Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Agirbesta Sûrî di Nav 24 Seetan de Hêşt Car Hat Binpê Kirin


Di demên dawî de gelek sîvîl li taxa Şêz Maqsud hatin kuştin

Wezareta Derve ya Rûsya îro Înê radigihîne ku hin grubên çekdar di 24 seetên dawîde hêşt caran rêkeftina sekinandina neyartîyan li Sûrîyê binpê kirine.

Daxuyanîya navenda lihevanîna alîyên şerker ya Rûsî ku di malpera wezaretê de belav bûye, dide zanîn ku agirbest hêşt caran hatiye şikandin û ji wan 4 li Helebê, 2 li Şamê û 1 bûyer jî li Lazqîya û Îdlib qewimîn.

Daxuyanî dide zanîn ku Lîwa Sultan Murad û Ehrar Şam bi hawanan êrîşî hêzên YPG li taxa Şêx Maqsud kirine.

Kurdên Helebê jî demek e gazincan dikin ku du wan êrîşan de helek sîvîl jîyana xwe hinda kirine, gelekên din ji bi giranî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG