Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirebest li Sûrîyê bi Fermî Destpê Kir


Syria map
Syria map

Agirbesta bi piştgirîya Amerîka û Rûsya li Sûrîyê îro Duşemê, çend demijmêr piştî êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî li Helebê û deverên din, bi fermî kete kiryarê. Serhilda bi şik nêzîkî vê agirbestê dibin ku agirbest tenê destê Serokê Sûrî Beşar Esad xirt dike.

Opozîsyona Sûrî daxuyanîyek belav kir ku tê de çend daxwazî û zelalkirinên derbarê agirbestê ji Amerîka dike.

Serokê Sûrî Esad jî îro di televîzyona dewletê de soz da ku ewê hemî axa Sûrîyê bêxe bin kontrola xwe. Wî serdana taxa Daraya ya Şamê kir ku meha borî ji alîyê êzêh rejîmê ve ji serhildayan hatibû standin.

Di dîmenên televîzyonê de xuya dibû ku Esad li mizgeftekê Daraya nimêja eydê dikir û soza “paqijkirina hemî axên Sûrî ji terorîstan dida.”

Gruba Ehrar Şam ku hevalbenda el Nusra ye û jimareke rêberên din yên serhildayan, jî rexne li rêkeftina agirbestê kir, lê go ewê dîsa ji piştgirîya wê bikin.

YPG ya Kurdî ji bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê bi agirbestê pêbend be û ew rêkeftin wek derfeteke çareserîya sîyasî ji krîza Sûrî re dibîne.

XS
SM
MD
LG