Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Sûrî Bi Şik û Gumanan Destpê Dike


Agirbesta Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê destpê kir. Lê, medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, di bombeyeke ser rêyê de 1 leşker roja li Pêncşemê Helebê hate kuştin, 24 leşkerên din jî birîndar bûn.

Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, 1 sîvîl ji alîyê dilsozên hikûmetê ve li Hama’yê hate kuştin.

Grubên opozîsyonê dibêjin, hêzên artêşê hîn jî li çend bajarên kêşebar, di rewşa hişyar de mane.

Agirbest ji hêla nûnerên Rojavayî û opozîsyona Sûrî ve nêzîk ve, lê bi şik û guman tê şopandin ka Serokê Sûrî Beşar Esed ji dil agirbesta Kofi Annan bicîh tîne yan ne.

Hikûmeta Sûrî, wekî pişkekê plana navnetewî roja Pêncşemê qayil bibû ku eciqandina xwe ya dirêj ya ser hêzên opozîsyonê dawî bîne.

Hikûmetê hişyarî dabû ku ew dê bersîveke tund bide, eger “grubên çekdar yên terorîst” êrîşî gelê sîvêl û hêzên ewlekarîyê bike.

XS
SM
MD
LG