Hikûmeta Sûrîyê roja Yekşemê ragihand ku nûnerên rejîmê di konferanseke navneteweyî ya aştîyê de beşdar dibin. Lê belê heta niha ne zelal e ka opozisyona Sûrîyê di wê konferansê de beşdar dibe yan ne.
Biryar e konferansa aştîyê, ku ji layê Amerîka û Rûsyayê ve hatîye pêşnîyarkirin, meha Hezîranê li Swîsre birêve biçe, bi armanca bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê.
Ahmed Alî, siyasetmedar û endamê Partîya Yekîtî ya Kurdî dibêje ku partîyên opozisyona Ereb ya Sûrîyê “bûne sê, çar beş” li ser pirsa encamdana danûstandanê bi rejîma Beşar El Esed re.
Birêz Ahmed Alî herwiha dibêje ku gelek zehmet e ku kongreya aştîyê armanca xwe pêk bîne.