Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad: Îran Hazir e Kêşeya Navokî Çareser Bike


Ahmedînejad: Îran Hazir e Kêşeya Navokî Çareser Bike
Ahmedînejad: Îran Hazir e Kêşeya Navokî Çareser Bike

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad dibêje, Îran hazir e ku jibo çareserkirina kêşeya xwe ya navokî ligel Rojavayê pêngavan bavêje, heku ji civata navnetewî pêngavan bavêje.

Birêz Ahmedînejad îro Pêncşemê bersîva pêşnîyara dawî ya Rûsyayê ku dixwaze Îranê gav bi gav jinûve bîne danûstandinên navokî ya bi 6 welatên hêzdar yên cîhanê.

Li gorî pêşnîyara ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov pêşkêş kirî, Îran dê bersîva xem û fikarên ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser bernameya wê ya navokîe. Wekî berdela wê bersîvê, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, bi sistkirina toleyên navnetewî were xelat kirin.

Medyaya dewletê ya Îranê ji zarê birêz Ahmedînejad radigîhîne ku wî gotiye, Îran bi hevkarîya ligel Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî pêngavek avêtiye û divê civata navnetewî jî bersîva wê yekê bide.

XS
SM
MD
LG