Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad Karvekişîna Ruhanî Dixwaze


Yek ji serokomarên berê yên Îranê Mahmud Ahmedînejad, ku bi konservatîfîya xwe dihat nasîn, ji Serokomarê Hasan Ruhanî xwest ku karvekişîna xwe bide.

Ahmedînejad hesabê xwe yê Telegramê dîyar kir ku gelê Îranê bi Ruhanî bawer nakin û da zanîn ku ‘’hebûna Ruhanî zararê dide welêt.’’

Piştî Amerîka ji peyaman navokî ya bi Îranê re vekişiya û dijî Tehranê toleyên nû ragihandin, aborîya wî welatî ket rewşeke zor.

Roja Çarşemê, li meclîsa Îranê bo ku Wezîrê Xebatê dest ji kar berde deng hat dayîn. Pisporên siyasetê didin zanîn ku ew yek serkeftina konservatîfan ya dijî nermrêyan e.

XS
SM
MD
LG