Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Zanyarê Swêdî-Îranî Ahmedriza Celalî Sêdare Dike


execution - Iran

Rexistinên mafên mirovan îro Sêşemê hişyarî didin ku zanyarê Swêdî yê bi eslê xwe Îranî, Ahmedriza Celalî ku li Îranê bi tawanên sîxurîyê cezayê mirinê îdamê hatibû mehkûm kirin, dibe ku were sedave kirin.

"Dadwereke di îro de Ahmedreza veguhestinê zindana Rajaî Shahr kirîye da ku cezaya wî ya darvekirinê were bicîh anîn,” rexistina Lêborîna Navneteweyî (AI) li ser Twitterê ragihand.

Rexistina Mafên Mirovan ya Îranê ji zarê hevjina wî Vîda Mehrannîa peyamek weşand.

Parêzerê Ahmedriza hatiye agahdar kirin ku ewê îro ji zindana Rajaî Shahr were şandinê," rexistinê got.

Îranê di derbarê van ragihandinan heya niha ti daxuyanî nedaye.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê dîyar kir ku piştî agahdarîyên ku Îran dikare di demeke nêz de darvekirina Celalî pêk bîne, hefteya borî wê bi hevtayê xwe yê Îranî re peyivîye.

Celalî, doktor e û li Enstîtuya Karolinska ya li paytexta Swêdê, Stockholmê mamoste bû.

Ew, li Îranê di 2016'an de hate girtin û piştre bo sîxurîyê hate tawanbar kirin.

Celalî bi armanca kuştina çend zanyarên navokî yên payebilind yên Îranî, bi dayîna agahîyan alikarîkarîya Îsraîlê re hatibû tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG