Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Înan: AK Partî Xwe Nû Kir û Bila BDP jî Xwe Nû Bike


Kongreya çaremîn ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Roja Yekşemê li paytexta Tirkîyê destpêkir.
Di wê kongreyê de Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan behsa hejmareka pirsên xwecihî, herêmî û cîhanî kir, di nav de pirsgirêka Kurdî li Tirkîyê.

Erdogan di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de bang li gelê Kurd kir da ku li hember bizavên çekdarî yên Partîya Karkerên Kurdistanê derkevin.

Dr. Ahmet Înan, profesor li Zanîngeha Dîcle, dibêje ku AKP amade ye pirsgirêka Kurd çareser bike û beşdarîya serokê Herêma Kurdistanê jî di kongreya AKP’ê de wê nîşan dide.

Birêz Înan dibêje ku di vê kongreyê de AK Partîyeke nû derket û ev nûbûn sînaryoyeke nû tîne holê û AK Partî heta sala 2023’ê jî wê îqtîdarê bidomîne.

Dr. Înan herwiha dibêje ku Partîya Aştî û Demokrasî jî roleke mezin di çaerserkirina pirsgirêka Kurdî de heye û em hêvîdar in ku BDP jî xwe nû bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG